DAXÛYANÎ | Eger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek!

615

Malbata Dedeoğulları, ku ji parêzgeha Qersê ya li herêma Serhadê berî 30 salan di encama polîtîkayên mêtinger-faşîst de koçî navçeya Meram a Konyayê kiribûn, di encama êrîşa faşîst-qirker de hatin qetilkirin. Malbat ev 15 sal in ji ber nasnameya xwe ya kurd li taxa Hasanköy ku lê dimînin, ji aliyê cîranên xwe ve gelek caran tên çewisandin. Tevî hemû hewldanên malbatê, êrîşkaran, ji ber pêkanînên paşguhkirin-teşwîqker ên polîsên faşîst, cesaret kirin, di 12’ê Gulan û 12’ê Tîrmehê de du caran êrîşî malbatê kirin. Di her du êrîşan de jî, çapemenî hewl dide bûyerê wekî pevçûna malbatî nîşan bide, û dadgeh bûyerê bi heman awayî dinirxîne, bêcezakirinê li kiryaran ferz dike û heta fermana parastinê dide 10 ji êrîşkaran. Di encama vê tevahiya pêvajoya bêcezakirin û teşwîqkirinê de, êrîşkar malbatê dikujin.

Hemî komkujiyên ku me îro jiyan kirin, hem îsal û hem jî berê, pir dişibin hev. Komkujî di encama polîtîkayên dewleta Tirk a kolonyalîst-faşîst de tê kirin ku neteweya me dike dijminatiyê û civaka Tirk teşwîqê nîjadperestiyê dike.

Ji ber vê sedemê, kiryarê êrîşên li dijî gelê me dewleta Tirk a Faşîst-Kolonyalîst e. Armanca van êrişan tirsandin, desteserkirin, asîmîlekirina miletê me û kûrkirina kolonyalîzmê li welatê me ye

Divê em zanibin ku ev komkujîyên ku hem li welatê me Kurdistan û hem jî li Tirkîyê li dijî miletê me tên kirin, nesekinin heya ku em kolonyalîzmê ji axa xwe derxînin. Ji ber vê yekê, îro wezîfeya me ew e ku em têkoşîna rizgariya neteweyî ya li welatê xwe bilind bikin û li dijî dewleta Tirk a kapîtalîst-kolonyalîst-faşîst bibin yek. Ew bi me ve ye û tenê ye ku em kolonyalîzmê bişkînin. Wek Cegerxwîn gotiye; Eger hûn nebin yek, hûn ê herin yek bi yek.

Li dijî mêtingeran em diqîrin:
Kes nebê Kurd dimirin, Kurd jîn dibin!
Bimre Kolonyalîzma Tirk!
BIJÎ KURDİSTANA SOSYALÎST!

Federasyona Şoreşger a Sosyalîst a Kurdistanê